ŞAREDARIYA FIRATÊ: DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ QUTKIRINA DENGÊ GEL E
Şaredariya Gel a herêma Firatê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku desthilata AKP’ê bi desteserkirina şaredariya Colemêrgê dixwaze dengê gel qut bike û vîna wê binpê bike.
Şaredariyê got, bi rêya hilbijartinan pêşerojeke demokratîk ji bo civakan ava dibe, lê APK’ê bi kiryarên xwe îsbat kir ku ew li dijî demokrasiyê ye.
Şaredariya Firatê di daxuyaniya xwe de piştgiriya berxwedana gelê Colemêrgê û helwesta wan a domdar a ji bo bidestxistina armancên demokratîk kir.
Şaredariya Gel a herêma Firatê di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku, ji bo ronîkirina astengiyên li pêşiya pêvajoya demokrasiyê ya li Tirkiyê erkên xwa pêk bînin.