Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA HESEKÊ RÊYÊN XERABE SERERAST DIKE

Gerînendeya Fenî ya Şaredariya Gel a bajarê Hesekê bi armanca başkirina rewşa xizmetguzariyê li herêmê, rêyan sererast dike.
Sererastkirin ji çerxereya El-Sebax, heta çerxereya Sinalco, Pîşesaziyê, pira Beyrûtî, Taxa 60’an û ji çerxereya El Cindî heta Panorama tê kirin.
Gerînende di sererastkirinê de rêyên ku trafîkê asteng dikin Diqeşêre û kortikan dadigre .
Endezyar Macid Ismaîl destnîşan kir ku şaredarî dê sibe dest bi peydakirina madeya M.c.zîro bike da ku paşê dest bi qîrkirinê bike.