Kanala ROJAVA TV

JINÊN REQAYÊ: RAPORA KANALA ALHADATH DERBARÊ HIŞBIRÊ DE JI RASTIYÊ DÛR E

Tevger û rêxistinên jinan li kantona Reqayê, rapora kanala Alhadath ya ku dibêje, li Reqayê bikaranîna madeyên hişbirê zêdetir bûye, red kirin.
Nûçegihanê kanala Al Hadath, raporeke ku tê de angeşt dike zêdetir ji sedî 80 xelkên Reqayê madeyên hişbirê bi kar tînin, her wiha rêjeya laşfiroşiyê zêdetir bûye, weşand.
Li hember wê raporê gelek nerazîbûn û bertek derketin.
Tevger û rêxistinên jinan jî di daxuyaniyekê de gotin, ew rapor ji rastiyê dûr e û ne li gorî mercên zanistî hatiye amadekirin.
Her wiha da zanîn, armanca raporê reşkirina xelkê Reqayê ye.
Tevger û rêxistinên jinan gotin jî, hevdemî lidarxistina hilbijartinan ev rapor dixwaze projeya Rêveberiya Xweser reş bike û banga rawestandina karê nûçegihanê kanalê yê li herêmê kir.