EHLAM EBDÎ BI STRANBÊJIYÊ DENGÊ GEL PARVEDIKE
ehlam ebdî keçeke 17 salî ye û ji bajarê kobaniyê ye, û ev 5 salin di çand û hunera baqî xido de dixebite û cihê xwe di koma ş gîvara de digre.
ehlam bi rêya stranbêjiyê azar û kêfxweşiya gelê xwe derdixe.
Huner ji bo pêşxistin û guhartina civakê ye, di heman demê zimanê hest, û giyana mirovan e.
Ji lewra her hunermend, û stranbêjek ji bo îfadeya civaka xwe bike bi taybet jinên kurd bi rêya hestên xwe azarên civaka xwe derdixe pêş.
Vê carê jî emê behsa keçeke ciwan ya ji bajrarê kobanê Ehlam Ebdî bikin.
Ehlam Ebdî keçeke 17 salî ye, hem sreanbêjiyê dike û di navenda çand û hunera Baqî xido ya bajarê kobanê de dixebite.
ev 5 salin Ehlam karê hunerê dike û ji Rojava Tv re behsa huner û xebata xwe di çandê de dike.
Ehlam Ebdî li ser asta herêmê beşdarî gelek şahî û festîvalan bûye,û dibêje ku niha ew di koma ş.gîvara de cih digire.
Hêviya her jineke hunermend ew e ku xwedî li berhemên xwe derkeve û dengê xwe di hundurê de neçewîsinin.
ji ber ku dengê jinan ne şerm e, dengê jinan yek ji awazên jiyanê ye.