Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN REQAYÊ: ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ JI BO CIWANAN PERSPEKTÎFEK E

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya encamnameya konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.
Yek ji xalên encamnameya konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku 8 û 9`ê Hezîranê li Lubnanê li dar ket, avakirina koordînasyona ciwanan bû.
Desteyê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku lidarxistina konferansê bi pêşengiya ciwanan, însiyatîfeke girîng e û ji bo ciwanan serkeftin e.
Her wiha Desteyê destnîşan kir ku, encamnameya konferansê, ji bo ciwanan perspektîfek e û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û biserxistina projeya Netewa Demokratîk ew ê xalên encamnameyê bixin pratîkê.