Kanala ROJAVA TV

RÊVEBIRÊN DESTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ: RAPORA ALHADATH DÛRÎ RASTIYÊ YE

Di rojên dawî de, raporteke ji aliyê televizyona El-Hedes ve belav bû û tê de îdia hate kirin ku belavbûna madeyên hişberê li kantona Reqayê zêde bûye.
Têkildarî vê mijarê, Rêveberên Desteya Ciwan û Werzîşê ji Rojava TV re axivîn û rapora El-Hedes bi temamî red kirin

Yek ji cureyên şerê ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, şerê ragihandin û propagandayê ye.

Herî dawî raportek ji aliyê televizyona El-Hedes ve belav bû û tê de zêdetirî 80% ji ciwan û şêniyên kantona Reqayê bi vexwarina madeyên narkotîk tometbar kir.

Derbarê vê yekê de, Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel, dateyên şaş yên raporê red kir û tekez kir ku hêzên ewlehiyê her tim di rêgirtina li ber belavbûna madeyên hişbirê de bi reka xwe radibe.

Rêvebera Buroya Jinê ya desteya Ciwan û Werzîşê, Şêrîn Mihemed jî, piştrast kir saziyên ku girîngiyê didin çîna ciwanan, her dem li ser hişyarkirina ciwanan ji madeyên narkotîk dixebitin û bê navber çalakiyên xwe dişopînin.

Bêgûman dê raporên xapînok hebin, ji ber ku Rêveberiya Xweser a ku di rewşeke demokratîk de dijî, ji roja ku hatiye damezirandin ve bûye hedefa dijminan.

Weke pêşiyên me digotin: Dara berhemdar her tim ji aliyê çeteyan ve bi keviran tê avêtin.