Kanala ROJAVA TV

SIBE LI QAMIŞLO JI BO AZADIYA RÊBER APO MEŞEKE GIRSEYÎ TÊ LIDARXISTIN

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, dê sibe meşeke mezin li bajarê Qamişlo were lidarxistin.
Berdevka Kongra Star û Endamê Insiyatîfa Gel ên bajarê Qamişlo gotin, dê meş ji saziyên mafên mirovan re bibe bersiv, da ku derbarê azadiya Rêbertî de bi erkên xwe rabin.

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO, dê sibe li bajarê Qamişlo meşeke girseyî were lidarxistin.

Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê dike û heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike.

Dê rêvebr, endamên ji sazî û dezgehên rêveberiya xweser û welatiyên ji Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê beşdarî meşê bibin.

Berdevka Kongra Star a bajarê Qamişlo Ibtîsam El-Hisên derbarê meşê de anî ziman ku, ji bo xwedîderketina li Rêber Abdullah Ocalan dê sibe bi hezaran welatî biherikin kolanan.

Endamê Insiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo Helîm Eko jî hêvî kir ku meş ji saziyên mafên mirovan bibe bersiv da ku derbarê azadiya Rêber APO de bi erkên xwe rabin.

Amadekariyên ji bo meşa ku dê sibe were lidarxistin bi dawî bûne û bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan biqîrin.