Kanala ROJAVA TV

LI GEL GERMAYA ZÊDE REWŞA KAMPA TIL SEMINÊ DIJWARTIR BÛYE

Bi hatina demsala havînê re rewşa koçberên Girê Spî yên li kampa Til Semin dijwartir bûye.
Koçber dibêjin, ew bi zehmetî pêdiviyên xwe dabîn dikin û ji Rojava TV re behsa azarên xwe dikin.

Kampa Til Semin ya koçberên Girê Spî ye, zîlê germayeke dijwar lê dide ku di serencama wê de jiyana koçberan zehmettit dibe.

Cotmeha 2019’an piştî ku Tirkiyê warê wan Girê Spî dagir kir, bi neçarî wan berê xwe dan vê kampa derbideriyê.

Demsala havînê ji ber germayê û zivistanan jî ji ber sermayê ew di landika rûbereke tengezar de dijîn.

Her wiha hatina havînê dibe egera belavbûna nexweşiyan jî.

Koçberên li nava kampê ji Rojava TV re behsa azar û êşên xwe dikin.

Li kampê bi tenê Rêveberiya Xweser alîkariyê pêşkêş dike û heta niha rêxistinên navdewletî bi hawara koçberan ve nehatine.