9’EMÎN FESTÎVALA KURTEÇÎROKA KURDÎ LI QAMIŞLO DIDOME
9’emîn Festîvala kurteçîroka Kurdî li bajarê Qamişlo bi pêşkêşkirina berhemên çîroknivîsan dewam dike.
Festîval di bin dirûşmeya Çîrok Bîrdanka Gelan e, ji aliyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Sûrîyê ve tê lidarxistin.
di festîvalê de 35 çîroknivîsên Kurd li ser asta her çar aliyên Kurdistanê beşdar in.
Çîroknivîs berhemên xwe pêşkêş dikin, piştre komîteya amadekar jî dinirxîne.
Di dawiyê de dê 3 kes bêne xelatkirin.
Biryar e festîval heta 12 vê mehê dewam bike.