Kanala ROJAVA TV

WEQFA JIN LI KANTONA MINBICÊ DERFETÊN KAR JI JINAN RE PEYDA DIKE

Weqfa Jina Azad a Rojava ku di sala 2014’an de li Cizîrê hat vekirin, qada xebatên xwe yên li bajarên ku ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, berfireh kir û weke Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê rêya xwe berdewam kir.

Weqfa Jina Azad a Sûriyê di sala 2018’an de li bajarê Kobanê şaxek xwe vekir.

weqfa jina azad li minbic, jinên ku di warê ziman, tenduristî û pîşeyî de derfetên wan ên cuda yên perwerde û aborî nîn in perwerde dike û wan di warê aborî de pêş dixe.

derbarê perwerdeyan de beşdar û rêvebriyên weqfa jin ji Rojava Tv re gotin ku armanca vekirina perwerdeyan pêşxistina jinê di hemû waran daye.

Rêvebriya Weqfa Jina Azad ya sûriyê ya li Minbicê Nûr Abdîn jî da zanîn ku heta niha wan gelek perwerdeyên cihêreng ji bo jinan vekirine.
Armanca Weqfa Jin ew e ku jinan di hemû aliyan de bi rêxistin bike, ji bo jinên ku pirsgirêkên wan hene çareseriyan bibîne û ji bo ku jin bikaribin hêza xwe bibînin û nas bikin derfetên kar dide wan.