Kanala ROJAVA TV

WEFA ELÎ PIŞTÎ JI KAMPA HOL DERDIKEVE, PIROJEYEKÊ DESTPÊDIKE

rêveberiya xweser li ser encamnameyên komcivîna pêkhate û rûspiyên sûriyê ya yekemîn ku sala 2019’an li bajarê eyn îsa hatibû lidarxistin, jin û zarokên sûrî ku destê wan di xwînê de tune ne ji kampa holê derdixe.

Gelek jin piştî derketina wan ji kampa holê, jiyaneke nû û paqij dûrî fikrê tundirew û xeternak yên daiş’î ,dest bi jiyaneke nû kirin.

Wefa Elî,ya 40 salî yek ji jinên ku ji kampa holê derketiye û dayika şeş zarokan e, piştî derketina wê ji kampê,ku ew bixwe ji bajarê Reqayê ye projeya çêkirina penîr destpê dike û derbasî bazarê dike.

Wefa Elî anî ziman ku,ew bi vê pirojeyê kêfxweş dibe ,ji ber ku debara jiyana zarokê wê ye.

Navenda Karûbarên Civakî li Reqa xizmetguzariyên bi kalîte û dewreyên perwerdeyê ji bo jinên ku ji kampa Holê derdiketin pêşkêş dike da ku wan ji nû ve tevlî civakê bike.