Kanala ROJAVA TV

LÊGERÎNA LI RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ DEWAM DIKE

Ji sala 2014’an de û heta niha lêgerîna li rizgarkirina jinên Êzdî ku wê demê bi destê çeteyên DAIŞ ‎hatibûn revandin berdewam e.‎

Bi her operesyoneke rizgarkirina herêmekê ji çeteyên daiş’ê hejmareke jin dihatin rizgarkirin û heta ‎niha jî hejmareke jinên êzdî wenda ne.‎

Di fermana şengalê ya 2014’an de 6 hezar û 317 kes ku dinav de ji û zarok hene hatin revandin û wenda ‎kirin û jin li bazaran hatin firotin.‎

Heta niha 3 hezar û 567 kes ji wan hatine rizgarkirin û çarenûsa kesên mayî jî ne diyar e.‎

Ji jinên hatine rizgarkirin 331 kes radestî Mala Êzdiyan hatine kirin û li wê derê hatine perwerdekirin û ji ‎bo meclisa xweseriya şengal hatine radest kirin.‎

herî dawî di 5’ê gulanê de hêzên ewlekariyê jina êzidî ya bi navê ezîze xalid elî ji gundê koço yê şengalê û zarokek ji beşa 5’an a kampa holê rizgarkir.