RÊVEBERIYA SOTEMENIYÊ YA HESEKÊ DI BELAVKIRINA MAZOTA GERMKIRINÊ DE BERDEWAM E
Komîteyên sotemeniyê yên Hesekê ji 15 gulanê ve dest bi belavkirina mazota germkirinê kirin, da ku beriya demsala zivistanê karê wan hêsantir derbas bibe.
Herî dawî, li taxa xiwêran Komîteyên sotemeniyê mal bi mal digerin û para her malekê bo wan pêşkêş dikin.
Ji bo kêmkirina zexta li ser daxwaza mazotê ku her sal bi nêzîkbûna demsala zivistanê diqewime, Rêveberiya sotemeniyê ya Hesekê ji niha ve mazotê li ser malbatên bajêr belav dike, da ku piştre derbasî gundan jî bibe.
Ji nîveka meha derbasbûyî ve tankên sotemeniyê yek bi yek li taxan digerin û bi rêya kartên lazerî ji bo her malbatekê 300 lître mazot pêşkêş dikin.
derbarê şêwaz û awayê belavkirinê, Hevseroka beşa germkirinê Şînda Elî ji rojava tv re axivî û hin hûrgulî aşkere kirin.
Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hanî Omer tekez kir ku belavkirina mazotê di vê demê de baş e û wê mafê her kesî di birinê de tekez bike.
Tevî ku gelek bîrên petrolê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk ziyan dîtin û ji xizmetê derketin, Lê Rêveberiya Xweser di warê xizmetkirina welatiyan û gihandina mazotê ji wan re pêş ve diçe û erka xwe bi cih tîne.