PÊŞANGEHA VEGERYAYÊN JIYANÊ YA LI REQAYÊ BI DAWÎ BÛ
Navenda Lênêrîna Civakî ya Rêveberiya Karûbarên Civakî û Karkeran a Reqayê, pêşangeha kirîn û firotinê ya ku di bin dirûşma Vegeryayên Jiyanê hatibû lidarxistin, bi dawî kir
Pêşangeh sê rojan berdewam kir û tê de berhemên hunerî, berhemên şîr û penêr, dirûtina cilên jinan, pirojeyên çêkirina madeyên paqijiyê û gelek projeyên biçûk ên têkildarî vegeryayên kampa Holê hatin pêşandan.
Li gorî Navenda Lênêrîna Civakî, armanca pêşangehê ew e, jinên ku ji kampa Holê derketine xwe îspat bikin û bi projeyên biçûk derbasî kar û bazaran bibin.
Di dawiya pêşangehê de, Navenda Lênêrîna Civakî û Koordînatorê Karûbarên Bingehîn bi mertalan hatin xelat kirin.