Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN KOBANÊ BERXWEDANA GERÎLAYÊN AZADIYÊ SILAV KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîleyên azadiyê êrîşekî bê hampe dide meşandin.

ev êrîş jî bi hevkariya PDKê ye, ku bi bêdengiya xwe rê li pêşiya metîngariyê vekirî ye.

Êrîşa dagirkeriyê û bi taybetî jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, hêrseke mezin di nava gelê Kurd de ava kir,malbatên şehîdan ên bajarê kobanê jî li hember vê yekê bi helwestin.

malbatên şehîdan da zanîn ku ev şerê tê kirin şereke demdirêj û dîrokî, lê ew ê her û her piştgiriya gerîleyan bikin.

dewleta tirk a dagirker her ku diçe êrîşên xwe li herêmên parastina medyayê li dijî gerîleyên azadiyê zêdetir dike.

her wiha di şerê xwe de çekên qedexekirî jî li dijî Gerîla û xwezayê pêk tîne, li hember vê gelê kurd û dostên wan piştgiriya gerîleyan dike û berxwedana wan silav dike.