Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWECIHÎ YA REQA PROJEYA GUHERTINA KANALÎZASYONAN LI TAXA EL-ŞÛHEDA ‎DESTPÊKIR

Rêveberiya Xwecihî û Şaredariyan li kantona Reqayê projeya sererastkirina tora kanalîzasyonê ya ‎xerabûyî li kolana El-Qîtar a Mizgefta El-Şûheda da destpêkirin.‎

werşeyên sererastkirina kanalîzasyona, torên kevin bi yên nû diguherînin, ku dirêjahiya wê 850 metre ‎ye, bi qalindbûna ji 40 heta 60 santîmetre.‎

Berpirsyarê pirojeyê ji Rojava Tv diyar kir ku destpêkirina vê pirojeyê li ser daxwaza xelkên taxê pêk hat ‎û dê ev piroje di pêşerojê de gelek sûdê li xelkên taxê bike.‎

Li gorî berpirsan çavrê ye ku proje di nava mehekê de biqede.‎