Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ DEWREYEKE AMADEKIRIN Û PÊŞXISTINA FIKRÎ DER ÇÛ

Akademiya Şehîd Abdulezîz Îsa ya Amadekirin û pêşxistina fikrî li Reqayê dewreyeke perwerdeyê ku ji 21 karmendên sazî û desteyên rêveberiya xweser pêk tê, bi dawî kir .

Di merasîma derçûnê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên Reqayê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin hatin kirin û derçûna karmendan hate pîroz kirin .

Her wiha karmendan soza şopandina rêya şehîdan dan .

Merasîma derçûnê bi gerandina dîlanan bi dawî bû .