Kanala ROJAVA TV

9’EMÎN FESTÎVALA KURTEÇÎROKA KURDÎ LI QAMIŞLO TÊ LIDARXISTIN

Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Sûrîyê bi dirûşmeya Çîrok Bîrdanka Gelan e, 9’emîn festîvala kurteçîroka Kurdî li dar xist.
di festîvalê de 35 çîroknivîsên Kurd li ser asta her çar aliyên Kurdistanê beşdar in.

9’emîn festîvala kurteçîroka Kurdî bi rêkxeriya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo bi rê ve diçe.

35 Çîroknivîsên ji her çar parçeyên Kurdistan û dîyasporayê bi berhemên xwe yên niwaze beşdarî festîvalê bûne.

Komîteyeke ku nivîskarên ji har çar parçeyên Kurdistanê tê de cih digrin, dê çîrokan yek bi yek binirxîne û asta wan diyar bike.

Di festîvalê de her çîroknivîsekî/ê babeteke cuda û balkêş hilbijartiye. Sernavên tevan jî di pêşxistina edebiyata Kurdî de xaleke werçerxîner e.

Festîval dê 5 rojan berdewam bike û di dawiya dawîn de dê 3 xelat ji bo çîroknivîsên herî baş bêne pêşkêşkirin. Nivîskar û rewşenbîr jî dibînin ku çalakiyên weha di geşkirina edebiyatê de gelekî giring in.