Kanala ROJAVA TV

9’EMÎN FESTÎVALA KURTEÇÎROKA KURDÎ LI QAMIŞLO TÊ LIDARXISTIN

Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Sûrîyê bi dirûşmeya Çîrok Bîrdanka Gelan e, 9’emîn festîvala kurteçîroka Kurdî li dar xist.
Festîval li baxçeyê xwendinê yê li bajarê Qamişlo bi rê ve diçe.
di festîvalê de 35 çîroknivîsên Kurd li ser asta her çar aliyên Kurdistanê beşdar in.
Çîroknivîs berhemên xwe pêşkêş dikin, piştre komîteya amadekar jî dinirxîne.
Di dawiyê de dê 3 kes bêne xelatkirin.
Biryar e festîval 5 rojan dewam bike.