Kanala ROJAVA TV

KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ NAVENDEKE XWE LI REQAYÊ VEKIR

ji bo danîna têkiliyan di navbera koçberên Efrînî de kombenda efrîn a civakî li qamişlo hatibû damezrandin û bi karûbarên koçberên efrînî dadibû.

19 ê Gulana borî jî kombendê şaxeke xwe li kantona reqayê vekir û di wî şaxî de tevahî koçberên efrînî yên ku li reqa bicih dibin, di bin sîwana wê de kom bûn.
kombend Efrînê armanc dike ku têkiliyên civakî di navbera koçberên Efrînê yên li kantona Reqayê xurt bike, ji ber ku hem di çarçoveya madî û hem jî manewî de bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide wan.

hevseroka kombenda Efrîn a civakî ya kantona Reqayê Meryem Bîlal behsa armanc û projeyên kombendê dike.

Meryem Bîlal da zanîn ku niha hejmara malbatên li kombendê xwe Tomrakirine ji 200 heta 210 malbatê ne û her ku diçe hejmar zêdetir dibe.

kombend Efrîn a civakî alîkariya darayî pêşkêşî kesên hewcedar dike her wiha xizmetguzariyan ji bo dayîna kertên koçberiyê, belgeyên kesayetî, malbatî û nasnameyan dike.