ŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI ÇAKSAZKIRIN Û ZIFTKIRINA RIYAN KIRIYE
Şaredariya Gel a kantona Reqayê dest bi projeya sererastkirin û çêkirina rêyan, ku dê piraniya kolanên bajêr bigre nava xwe, kir.
li gorî serperiştyarê projeyê, pêwîste şaredarî heta 5 mehan vê pirojeyê dewam bike.
Şaredariyên gel yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca sererastkirina riyan di nava xebatan dene.
Li kantona Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazor, Qamişlo û Dêrikê rêyên sereke yên xirabe tên sererastkirin.
şaredariya Gel a kantona Reqayê dest bi projeya sererastkirin û çêkirina rêyan, ku dê piraniya rêyên bajêr bigre nava xwe , kir.
Derbarê mijarê de serperiştyarê li ser çêkirina riyan li Reqayê Endezyar Mehmûd El-Hemam ji Rojaava Tv re behsa projeya sererastkirina riyan kir.
Endamê komîteya serperiştyariyê Ebd El Hemîd El Ilês jî diyar kir ku dê ev piroje 5 mehan dewam bike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca başkirina herêmê xebatên xizmetê didomîne û vê demê jî giranî daye sererastkirin û ziftkirina riyan.