Kanala ROJAVA TV

FÎDANA EFRÎNÎ BEHSA KOÇBERÎ Û JIYANA XWE DI NAV KAMPÊ DE DIKE

jina Efrînî Fîdan Mihemed Elî ku li kampa serdem li şehbayê koçbere ji Rojava Tv re behsa serpêhateya xwe ya koçberiyê û zehmetiyên di kampê de dikişine dike.

Ne seqema zivistanê, ne jî germa havîna vê kampê tê tehmûlkirin.

7 salin ev halê koçberên Efrînî ye, tevde jî ji ber dagikeriya dewleta Tirk ji warê wan Efrînê re ye.

Malbata Fîdan Mıhemed Elî jî yek ji malbatên Efrînî ye û ji ber dagkeriyê koçî şehbayê bûne û di şert û mercên herî zehmet dijîn.

zehmetiya Fîdan ya herî mezin jî atengdariya lawê wê ye.

Dayika Fîdan Elî ya ji Efrîna dagirkirî 67 saliye û dibêje ku tevî êş û azarên derbideriyê, nexweşiya lawê wê bandoreke mezin lê kiriye.

her çendî malbata Fîdan di nava zehmetiyan de ye, lê dîsa jî wek her Efrînîyeke din bi daxweza vegra li welat û warê xwe têdikoşin.

18 adara 2018 dewleta tirk a dagiker piştî berxwedana 58 rojan a gel û şervanên azadiyê Efrîn bi darê zorê dagirkir û bi sedhezaran gelê wê da koçberkirin.
niha jî Efrînî li Şehbayê tevî şertên jiyanî yên zehmet li berxwe didin ta ku li warê xwe Efrînê vegerin.