Kanala ROJAVA TV

WERGIRTINA GENIMÊ COTKARAN LI BAJARÊ HESEKÊ DEWAM DIKE

Navendên wergirtina genim yên girêdayî kompanyaya pêşxistina civaka çandiniyê, di wergirtina berhemên cotkarên Hesekê de berdewam in.

Kamereya Rojava TV serdana navenda Mêhlebiyê ya wergirtina genim li bajarê Hesekê kir.

Cotkar ji bo radestkirina genimê xwe destpêkê kertekê dibirin û piştre serdana navendên wergirtinê dikin.

Li wan navendan ekîbeke taybet heye ku genim taqî dike û li gorî wê pileyên wê destnîşan dike.

Kapasîteya navenda Mêhlebiyê 250 hezar ton e.

Beriya niha desteya çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser nirxê kîloya genim bi 31 sentên amerîkî destnîşan kiribû.