Kanala ROJAVA TV

MECLISA JIN A MSD’Ê LI HELEBÊ PANELEK LI DAR XIST

Meclisa jin a MSD li Helebê bi armanca Rêxistinkirina jinan panelek li dar xist .

Panel li Hola Meclisa Sûriya Demokratîk ya li taxa Şerqî ya Eşrefiyê hate lidarxistin .

Di panelê de li ser rêxistinkirina jinan û bi taybet jinên sûriyê axaftin û nirxandin hatin kirin .

Her wiha beşdaran jî tekezî li ser parastina destkeftiyên jinan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê di hemû qadan de kirin.