Kanala ROJAVA TV

JI BO JINÊN JI KAMPA HOLÊ HATINE VEGERANDIN, FESTÎVALEK HAT LIDARXISTIN

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser, ji bo jinên ku ji kampa Holê vegeriyane kantona Reqayê, pêşangeheke firotina kelûpelan li dar xist.

Pêşangeh bi sponseriya navenda lênêrîna civakî ya desteya karûbar a Rêveberiya Xweser û hemahengiya ligel rêkxistina geşepêdan û lêkolînê hate vekirin.

Di pêşangehê de axaftin li ser navê Rêveberiya Xweser hate kirin û hate gotin, ji bo kesên ku ji kampa Holê vegeriyane, têkelî civakê werin kirin, ew bênvaber xebatê dimeşînin.

20 jin beşdarî pêşangehê bûn û berhemên xwe yên weke karên destan, alavên şûştinê, cilûberg, mast û penîr nimayîşkirin.

Pêşangeh rastî eleqeyeke mezin a civakê hat û dê heta 3 rojan dewam bike.