RÊVEBERIYA XWESER LI SER DAXWAZA PARTIYAN HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN BI PAŞ XIST
Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad Xetîb ji Rojava TV re behsa sedemên bipaşxistina hilbijartinan kir û got, di vê navberê de dê namzet bikarin bi awayekî berfireh ji civakê re behsa proje û planên xwe bikin.
Biryar bû hilbijartinên şaredariyan roja 11’ê Hezîranê bihatana lidarxistin, lê ji ber daxwaza tifaq û partiyan komîseriya bilind dema lidarxistinê bi paş xist.
Li gorî biryara ku 6’ê Hezîranê ji aliyê Komîseriyê ve hate weşandin, dê hilbijartinên şaredariyan di meha Tebaxê de werin lidarxistin.
Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê ku partiya wan bi hevkariya 21 partî û rêxistinan tifaqa gelan û jinan ava kiribûn, ji Rojava TV re behsa sedemên bipaşxistinê dike. Bi gotina Îyad Xetîb heta meha Tebaxê ew ê bikarin namzetên xwe bi awayekî baş bi civakê bidin nasîn û xelkê jî bo çûna ser sindoqan mobîlîze bikin.
2 tifaq, 3 partî û bi dehan kesayetên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. Li gorî biryara nû derfet li pêşiya partiyên cuda jî tê vekirin ku beşdarî hilbijartinan bibin.