Kanala ROJAVA TV

ŞEVGER BI DENG Û MÛZÎKA XWE BALA DERDORÊ DIKŞÎNE

Şevger Mihemed 26 saliye û ji bajarê qamişlo ye, ew bi dengê xwe yî xweş, lêdana tenbûr, û helbestên xwe cihekî taybet di dilê malbat, heval, û dozên xwe de çêkiriye.

Şevger di malbateke hezkiriyê mûzîkê de mezin bûye , û ji zaroktiya xwe ve bi mûzîkê ve hatiye girêdan, û heta niha xeta hunerê dişopîne.

Şevger Mihemed ji Rojava Tv re behsa hezkirina xwe ji karê mûzîkê re kir û got, ew bi dengê hunermend beytocan,birader û helbestvanê kurd cegerxwîn bandor bûye.

Şevger anî ziman ku ew amadeariya berhemeke nû dike ku wî bi alîkariya hevalên xwe çêkiriye û dê li ser torên medya civakî belav bike.

Ji perwerdeya berdewam şevger xwe di aliyê amûrên mûzîkê de pêş xistiye, û gotinên stranan dinvîse.

ciwanên weke şevger didin xuyakirin ku her çiqas astengî hebin jî lê hezkirin û girêdana bi hunerê ve, xuliqkariyê avadike.