Kanala ROJAVA TV

DESTEYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ Û ŞAREDARIYAN PIRA EL-REŞÎD A REQAYÊ VEKIR

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser
piştî xebatên 2 salan Pira El Reşîd (Pira Nû) a Reqayê vekir.

Di merasîma vekirinê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk , Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, şêniyên Reqayê, partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Sûriyê û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Di merasîmê de bi axaftin li ser navê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan û Meclisa Rêveber a kantona Reqayê hatin kirin û tê de vekirina Pira El Reşîd li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pîrozkirin.

Piştre dayikên şehîdan şirîta vekirinê birîn û beşdar derbasî ser pirê bûn.

Merasîma vekirina pirê bi stranên koma Hîlala Zêrîn bi dawî bûn.

Pira El-Reşîd di Çileya 2017an de di operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû teqandin û bi temamî ji xizmetê derketibû.