ENDAMÊN HPC-JIN: EM Ê HER TIŞTÎ JI BO PARASTINA WELATÊ XWE BIKIN
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker careke din gef li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, welatiyên herêmê da ku rê li ber dagirkeriyê bigirin , xwe li ser parastinê perwerde dikin.
Li bajarê Kobanê, Endamên Jin ên Hêzên Parastina Civakî HPC ji kamîreya Rojava TV re gotin, ew ê her dem û ji bo her rewşê parastina ax û civakê bikin.
Bi zêdebûna êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker re yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên parastinê yên li herêmê ji kêliya yekem ve amadebûna xwe ya ji bo rûbirûbûna êrişan ragihandin.
Hêzên Parastina Civakî HPC ku hejmareke mezin ji temen mezin û jinan di nav xwe de dihewîne, tedbîrên pêwîst girt û gel di warê xweparastinê de perwerde kir.
Li bajarê Kobanê ku bi pêşengtiya jin li hember tarîtiya DAIŞ bi serket, Endamên Jin ên Hêzên Parastina Civakî HPC dest bi dewriyeyên xwe yên meydanî kirine û amadebûna xwe ji bo her rewşeke awarte radigihînin.
Endaman destnîşan kirin ku xeyalên dagirkeriyê çiqasî bidome wê negihêje armancên xwe, heta dawiyê ew ê li pêşiya gefên Erdogan bisekinin.
Hêzên Parastina Civakî di rizgarkirina deverên di bin destên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, bi roleke mezin rabûn û her tim li gel QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava parastin û têkoşînê de ne.