Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA GELAN A DEMOKRATÎK BÛDCEYA SALA 2024’AN NÎQAŞ KIR

Meclîsa Gelan a Demokratîk bi armanca nîqaşkirin û pêşxistina bûdceya darayî ya sala 2024’an civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civînê de bûdceya hemû deste, komîte, navend û saziyên Rêveberiya Xweser hat nîqaşkirin û li ser wê bingehê plansaziyeke stratîjî hat amadekirin.

Meclîsa Gelan a Demokratîk ji bo nîqaşkirin û pêşxistina bûdceya darayî ya sala 2024’an civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîn bi amadebûna Endamên Meclîsê, serokatiya hevbeş a Meclîsa cîbcîkar û Desteya Darayî ya Giştî, li salona civînan a Rêveberiya Xweser a li kantona Reqayê li dar ket.

Di civînê nîqaş li ser bûdceya hemû deste, komîte, navend û saziyên Rêveberiya Xweser li gorî zext û êrîşên ku bandoreke mezin li ser çavkaniyên aborî yên herêmê kir hat kirin.

Endamê Meclîsa Gelan a Demokratîk Bekir Hac Îsa diyar kir ku sedema derengmayîna budceyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmê bû.

Li aliyekî din Hevseroka Meclîsa Gelan a Demokratîk Sîham Qeryo da zanîn ku wan di civîna xwe de girînge da çareserkirina deverên ku di encama êrîşan de zerar dîtine.

Di rûniştina 100’î ya Meclîsa Gelan a Demokratîk de bûdce hemû aliyên jiyana civakî, siyasî û leşkerî yên ku bandorê li aboriya herêmê dikin dihewîne û li ser esasê wê Meclîsê plansaziyeke stratîjî amade kir.