Kanala ROJAVA TV

MEREH XETAB..TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN RÊWÎTIYA XWE YA XÊZKIRINÊ BI SER XIST

Mereh Xetab behredareke hunerî ji bajarê Tebqayê ye.

Mereh ji zaroktiya xwe ve karê xêzkirina wêneyan dike û bi tabloyên xwe hezkirina cihêrengî û mijarên girêdayî jinan nîşan dide.Mereh Xetab jineke ciwan ji Kantona Tebqayê ye û ji zarokatiya xwe ve ji xêzkirinê hez dike.

Mereh ji ber ku piştgiriya xwe ji meriv, dost û hevalên xwe digirt nemaze ji dayika xwe, dest bi pêvajoya xêzkirina wêneyan kir.

Di dema şerê DAIŞ de ya li dijî Tebqayê, Mereh rastî gelek astengîyan hat, lê tevî wan astengî û pirsgirêkan jî Mereh rêwîtiya xwe ya di warê xêzkirinê de ranewestand.

Mereh Xetab ji Rojava TV re behsa behreya xwe ya di warê xêzkirinê de kir.

Mereh ne tenê li ser pelan wêne xêz dikirin her wiha li ser dîwar, pertel û keviran jî wêne xêz û saz dike.

Mereh li Tebqa, Reqa û Qamişlo beşdarî gelek pêşangehên hunerî bû

Tiştên balkêş di kevalên Mereh de, hezkirina cihêrengî bû bi taybet mijarên girêdayî jinan.