Kanala ROJAVA TV

KOMA YEKPAR HUNERMEND ŞAKIRO BI ŞAHIYEKÊ BIBÎRANÎ

KAWA KALÊ – RÊVEBERÊ KOMA YEKPAR

Bi boneya salvegera 28’an a koça dawî ya hunermendê kurd Şakiro, koma Yekpar a mûzîkê şahiyek li Qamişlo li dar xist.

Şahî bi beşdariya şêniyên bajêr, sazî û desteyên çandî li navenda çand û hunera mihemed şêxo hate lidarxistin.
Di şahiyê de axavtin hatin kirin têde destnîşan bi rol û keda hunermendan de di ber doza welat û azadiyê de hate kirin.
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana hunermend Şakiro hat pêşandan.
Paşê koma Yekpar stranên hunermend şakiro gotin.
hunermend Şakir Deniz di nava gelê Kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê bi Şakiro tê nasîn û di 1936ˊan de hate dine û di 5ˊê Hezîrana 1996ˊan li bajarê Izmîrê wefat kir.