Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO MARATONA BISKLÊTAN HAT LIDARXISTIN

Bi boneya 5’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Jîngehê û 3’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Biskilêtan, maratona bisklêtan li Qamişlo hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Insiyatîfa “Ez biskilêtekî dixwazim” û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî û bi beşdariya 15 ciwanan li Qamişlo Hate li dar xistin.
Maratonê ji Çarxerêya Şehîd Rûbar dest pê kir û li Çarxerêya Osman Sebrî bi dawî bû.
Li gorî komîteya amadekar a maratonê, ev maraton ji bo belavkirina çanda ajotina bisklêtan di nava xelkê herêmê de ye ku ev yek ziyanê naghîne jîngehê û parastina wê dike.