DERBARÊ ROJA JÎNGEHÊ, KOMXEBATEK LI KOBANÊ HATE LIDARXISTIN
Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê û Zanîngeha Kobanê derbarê roja jîngehê de komxebatek li dar xist.
Komxebat bi durişma ˊBi zaniest û zanînê ber bi jîngeheke xwezayî û pak veˊ bi beşdariya bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêbeveberiya Xweser li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê hate lidarxistin.
Di komxebatê de axavtin hatin kirin û tekezî bi parastina jîngehê hate kirin.
Paşê Çar mijarên weke,jîn û jîngeh ,bidarûberkirin weke çandeke Domdar ,qirêjiyên di jîngehê de û çavkaniyên avê û qirêjên wê hatin nîqaş kirin.
Her di komxebatê de behsa kar û xebatên derbarê parastina jîngehê de hate kirin.