Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN KOBANÊ LI HEMBER TECRÎDA GIRAN A LI SER RÊBER ABDULLAH OCALAN BI HELWEST IN

şêniyên bajarê Kobanê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezarkirin û gotin ku armanca dewleta tirk ji girankirina tecrîdê, qutkirina gel û rêbertî ji hevdû ye.

Zêdetirî 38 meh in ji Rêber Abdullah Ocalan ku ev 25 sal zêdetirin li girtîgeha Îmraliyê tê girtin, agahî jê nayê girtin.

Tevî heftiyê du caran ji bo hevdîtinê malbat û parêzer serlêdan dikin jî, lê bi hincetên cezayên disiplînê yan têne astengkirin yan jî bê bersiv têne hiştin.

şêniyên bajarê Kobanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Mirovahiyê Rêber Apo şermezar kirin û gotin ku dewleta Tirk li ser rêbertî tecrîdekê di hundir tecrîdekê de dimeşîne.

şêniyên kobanê tekez kirin ku armanca dewleta Tirk ji tecrîda li dijî rêber Apo qutkirina gel ji rêber Apo ye.

Tecrîda ku li Îmraliyê di asta herî jor de tê meşandin, gelê Kurd û dostên wan li seranserê welat û dervey welat rakiriye ser piyan.
Lê tevî ewqas çalakî û xebatên ji bo azadiyê, CPT û aliyên peywendîdar xwe ker û lal kirine.