LI MINBICÊ ROJA CÎHANÎ YA JÎNGEHÊ BI ŞAHIYEKÊ HATE PÎROZKIRIN
Li Minbicê jî bi diruşmeya ”jîngeh rehjena jiyanê ye” desteya jîngehê şahiyek lidarxist.
Şahî bi amadebûna nûnerên rêveberiya sivîl, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û xelkên Minbicê, hate lidarxistin.
Di şahiyê de şanoyek hate pêşkêşkirin her wiha li ser girîngiya jîngehê di jiyanê de axaftin hatin kirin .
Her wiha daxwaz hate kirin ku şer li herêmê raweste ji ber ku dibe sedema karesatên mezin ên jîngehî .