DESTEYA RÊVEBERIYA XWECIHÎ RÊYA REQA-HEZÎMA NÛJEN DIKE
Desteya Rêveberiya Xwecihî ya rêveberiya Xweser dest bi projeya nûjenkirina rêya Reqa-Hezîma kir.
Projeya Desteya Rêveberiya Xwecihî armanc dike ku 18 kîlometreyan ji rêya navborî zift bike, da ku çûn û hatinê ji bo welaytiyan hêsantir bike.
Gava yekem ji Xebatên nûjenkirinê, rakirina zifta kevn e.
Her wiha piştre dê tebeqeya kevirên hûr were danîn û zifta nû were lêkirin.
Li gorî Desteya Rêveberiya Xwecihî, dê piştî bidawîkirina projeya nûjenkirina rêya Reqa-Hezîma, projeya nûjenkirina rêya Reqa-Mensûra jî dest pê bike .