Kanala ROJAVA TV

LI TEBQAYÊ AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA FESTÎVALA EL-SELAM TÊ KIRIN

Desteya Çandê ya kantona Tebqayê, dest bi amadekariyên lidarxistina pêncemîn Festîvala El-Selam dike, ku wê di dawiya meha Hezîranê de dest pê bike.

Li gorî Desteya Çandê, festîvala îsal dê 4 rojan berdewam bike û nêzî hezar û 500 zarokên ku ji komên cuda yên ku li Navenda Çanda Tebqayê tên perwerdekirin, tê de cih digrin.

Her weha komên hunerî yên Desteya Perwerdeyê û Desteya Jin a kantona Tebqayê jî, dê beşdarî festîvalê bibin.

Festîvala El-Selam her sal di bin diruşmeyeke cuda de tê lidarxistin û peyama hezkirin û aştiyê ji zarokên Tebqayê ji hemû zarokên cîhanê re rê dike.