LI TEBQAYÊ ROLA JINAN A DI HILBIJARTINAN DE HAT NÎQAŞKIRIN
Meclîsa Cîbcîkar û Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Tebqayê ji bo danasîna rola jinan di hilbijartinên Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, semînerek li dar xist.
Semîner li hola Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê bi beşdarbûna Endam, Rêveberên saziyên sivîl, Leşkerî û Tevgerên jinan birêve çû.
Di semînerê de hat diyarkirin ku, rola jinan di avakirin welêt û pêşxistina karûbarên xizmetguzariyê de gelekî girînge.
Her wiha hat gotin ku, ji mafê jinane xwe ber bi jêr bike û dengê xwe bi kar bîne.
Endama Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Ayat Mecdedîn anî ziman ku, armanca wan ew ku jin serwextî girîngiya hilbijartinan bibin.