LI HESEKÊ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA JÎNGEHÊ PANELEK HATE LIDARXISTIN
Bi boneya roja cîhanî ya Jîngehê, desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê li hesekê panelek lidarxist.
Panel di bin diruşmeya ”axa me pêşeroja me ye, em bi hev re gerestêrka xwe ji nû ve bidestbixin”, li Parka Xwendinê hate lidarxistin .
Di panelê de hejmarek ji endamên desteyên jîngehê li kantona Cizrê beşdar bûn .
Her di panelê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku divê her kes li paqijiya jîngehê miqate bin.