KOÇBERÊN EFRÎNÎ CENAZEYÊ ŞEHÎD ÎLAN EFRÎN Û ELÎ ŞÊR EFRÎN OXIR KIRIN
Bi merasîmeke bi heybet bi hezaran koçberên Efrînî cenazeyên şehîd Îlan Efrîn û Elî şêr Efrîn oxirkirin .
Koçberên efrînî, xelkên şehbayê, Endamên saziyên rêveberiya xweser û Hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên şehîdan û Hêzên Leşkerî ve hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku şehîd ji bo parastina gel û axê canê xwe feda kirin .
Piştre wesîqeya şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Cenazeyê şehîd Îlan Efrîn û Elîşêr Efrîn bi berzkirina dirûşmeyan hatin veşartin.