Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ KURDISTANÎ LI SER PIYAN IN

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ên Helebê derbarê tecrîda giran a li ser Rêber Apo de, diyar kirin ku paradîgmeya Rêber APO ku rê ji aşîtiyê re vedike, bûye cîhanî. ji lewra azadiya Rêbertî azadiya tevahî mirovahiyê ye.

Her ku daxazên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Kurdistan û Cîhanê zêde dibin, dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî Rêber APO girantir dike.

Zêdetirî 38 mehin Rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de dijî, her wiha dewleta Tirk rê nade parêzer û malbatê ku biçin Îmraliyê.

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ên Helebê diyar kirin ku paradîgmeya Rêber APO ku rê ji aşîtiyê re vedike, bûye cîhanî.

Endamên PYD’ê anîn ziman ku, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî mirovahiyê misoger dike.

10’ê Cotmeha 2023’an li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dostên gelê kurd ku ji akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbir û nivîskar pêk tên
dest bi pêngava azadiyê kirin.