Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA EZMÛNÊN DAWIYA SALÊ PÊŞKÊŞ DIKIN

 

Zêdetirî hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Rojava ezmûnên xwe yên dawiya sala xwendinê pêşkêş dikin.

Xwendekaran gotin, pêşkêşkirina ezmûnan bi başî bi rê ve diçe û hêvî kirin ku êrîşên dewleta Tirk bêne rawestandin.

Piştî ked û westana ku çend mehan dewam kir, ev heyama 4 rojan e ku xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya salê dikin.

Zêdetirî hezar û 800 xwendekarên fakulte û peymangehên Zanîngeha Rojava di nava atmosfêreke aram de pêdaçûnê di agahiyên xwe de dikin û ezmûnên xwe pêşkêş dikin.

Endamê komîteya amadekar a ezmûnan Nesar Elî got, ezmûn bi awayekî erênî bi rê ve diçin.

Her wiha xwendekaran jî diyar kirin ku ezmûnên wan xweş derbas dibin û hêviyên xwe yên ji bo sala nû jî vegotin.

Biryar e proseya pêşkêşkirina ezmûnan heya 15’ê mehê berdewam bike û piştre encamên giştî yên xwendekaran werin diyarkirin.