XELKÊN KOBANÊ LI HEMBER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BI HELWESTIN
bi nêzhatina Hilbijartinên Şaredariyan, Dewleta Tirk a dagirker bê ser û ber êrîşî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dike.
beriya niha dagirkeriya Tirk gotibû ku Hilbijartinên şaredariyan metirsiyê li ser ewlehiya sînorên wan çêdike, lê Rêveberiya Xweser jî got:” hilbijartin karekî Hundirînê û xeteriya wê li yu kesî nîne.
di vê çarçoveyê de xelkên bajarê Kobanê tekez kirin ku ew bi israrin hilibijartinên xwe bibin serî û dê xaka wan ji dagirkeran rene be war.
Xelkên Kobanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê soza domandina têkoşîn û parastina xaka xwe nû kirin.
beriya niha Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk rasterast li djiî hewldanên pêkanîna demokrasiya li Sûriyê ye.