SÎSTEMA NÛ YA ŞAREDARIYAN, ÇI GUHERTIN ÇÊ KIR?
SILÊMAN EREB - HEVSEROKÊ DESTEYA XWECIHÎ Û ŞAREDARIYAN – CIZÎR
Hevserokê desteya xwecihî û şaredariyan a kantona Cizîrê Silêman Ereb da xuyakirin ku ji dema peymana civakî hat erêkirin, guhertinên giring di rêveberiyê de çêbûn.
Silêman Ereb da zanîn ku li kantona Cizîrê 73 şaredarî hatin destnîşan kirin, 7 ji wan li herêmên dagirkirî ne û dê li gorî sîstema nû her şaredariyek di karê xwe de serbixwe be.
Bi Nêzhatina hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku biryare di 11ê Hezîranê de were li darxistin, Rêveberiya Xweser sîstemek nû ji bo şaredariyan û federasyonên şaredariyan diyar dike.
Hilbijartinên ku biryare di dîroka navborî de were li darsxistin, dê li qanûna gorî Peymana civakî ya Nû ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya ve di Kanûna 2023’an de hatibû weşandin be.
Armanca vê qanûnê diyarkirina aliyê qanûnî yê şaredariyan û Yekîtiya Şaredariyan, zelalkirina erkên şaredariyê û ravekirina prensîbên karê wê li gorî peymana civakî ya Rêveberiya Xweser e.
Hevserokê desteya xwecihî û şaredariyan a kantona Cizîrê Silêman Ereb da xuyakirin ku ji dema peymana civakî hat erêkirin, guhertinên giring di rêveberiyê de çêbûn.
Silêman Ereb da zanîn ku li kantona Cizîrê 73 şaredarî hatin destnîşan kirin, 7 ji wan li herêmên dagirkirî ne û dê li gorî sîstema nû her şaredariyek di karê xwe de serbixwe be.
Li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 142 şaredarî li ser 7 kantonan hatine dabeşkirin, Li kantona Cezîrê 67 şaredarî, li kantona Firatê 14, li kantona Reqayê 16, li kantona Dêrezorê 19, li kantona Minbicê 6, li kantona Tebqayê 9 û li kantona Efrîn û Şehbayê 6 şaredarî.