Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ XESPKIRINA VÎNA GELÊ COLEMÊRGÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Şaredariyên gel ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê danîna qeyûman li şûna şaredariya bajarê Colemêrgê şermezar kirin.
Duh, dewleta Tirk a dagirker hevşaredarê bajarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş binçavkirin û li şûna wî qeyûm danî.
Şaredariyên gel ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî di daxuyaniyekê de gotin, danîna qeyûman têkbirina vîn û îradeya gel e.
Her wiha hate diyarkirin ku divê li hember têkbirina vîna gelan têkoşîn û berxwedaneke topyekûn were meşandin.
Şaredariyên gel ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştevaniya xwe bi Dem Partiyê û gelê Bakurê Kurdistanê re piştrast kirin.