DESTEYA TENDURISTIYÊ YA REQAYÊ BEŞA PERÇEYÊN ÇÊKIRÎ VEKIR
Ji ber pêwîstiya lezgîn û zêdebûna hejmara kesên beşek ji dest û lingên xwe di şer de winda kirine, Desteya Tenduristî ya kantona Reqayê beşa perçeyên çêkirî li Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê vekir.
Navend bi destê bijîşk û kadroyên pispor vebûye, û qurbaniyên şer û nexweşên şekir pêşwazî dike.
Di heman demê de tedawiya fizîkî ya bê beramber pêşkêş dike û perçeyên çêkirî ji bo hemî temenan peyda dike.
Li gorî daneyên Hevserokatiya Beşa Perçeyên Çêkirî , navend mehane zêdetirî çil rewşan pêşwazî dikin.