PIRA EL-REŞÎD A REQAYÊ DÊ DI ÇEND ROJÊN BÊ DE WERE VEKIRIN
Pirojeya jinûve avakirina pira Reqayê di qonaxa xwe ya dawiyê de ye, li gorî serpereştên amadekirina pirê, dê di demeke nêz de pir ji bo welatiyan têkeve xizmetê.
werşeyên ronahiyê yên ku li ser pira nû amade dikin, stûnên nûjen ên ku berê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine bi karanîn, bi kar tînin.
Projeya ji nûve avakirina pira Reqa yek ji projeyên herî girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dîtin, nexasim ku beriya niha welatiyên kantona Reqa zehmetî di çûn û hatinê ji ber wêrankirina pirê de didîtin.
Serpereştê avakirina pira nû, Ekrem Yûnis diyar kir ku karê kompanyayê bi hevkariya rêveberiya xwecihî ber bi dawîbûnê ve diçe û pira nû dê bi navê Pira El-Reşîd di nava çend rojan de were vekirin.
Ekrem Yûnis da zanîn ku wan zehmetî di veguhestina madeyên xwe ji aliyê Bakur ber bi Başûr ve kişand û pir li gorî pîvanên cîhanî bi dawî kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku desteya xwecihî û şaredariyan a rêveberiya xweser Di dawiya Cotmeha 2022’an de, dest bi Projeya ji nû ve Nûvekirina Pira Reqa ya Nû da kir.