HEVBENDIYA GELAN Û JINAN JI BO AZADIYÊ LI QAMIŞLO ŞAHIYEK LI DAR XIST
FATMA EL-CASIM - ENDAMA MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN - QAMIŞO
Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, bi armanca amadekariyên hilbijartinên şaredariyan şahiyek li bajarê Qamişlo organîz kir.
Di şahiyê de, bi dehan endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk, namzetên hevserokatiya şaredariyê û hejmarek ji şêniyan beşdar bûn.
Her di şahiyê de,namzetên hevserokatiya şaredariya Qamişlo xwe û bernameya xwe ji xelkê re dan nasîn.
Her wiha li daxwazên gel ên xizmetguzariyê yên weke sererastkirina rêyan, paqijî û ava vexwarinê guhdar kirin.
Di şahiyê de hat gotin ku,ew di li darxistina hilbijartinan de bi israrin û dê Erdogan nikaribe biryar û vîna wan bişkîne.