Kanala ROJAVA TV

XELKÊN HELEBÊ CENAZEYÊ ŞERVANÊ QSD’Ê MEZLÛM OSMAN OXIR KIRIN

Xelkên Helebê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervanê QSDˊê “Mezlûm Welîd Osman” bi nasnav Qehreman oxir kirin.

Şervanê QSDˊê Qehreman 1ˊê Hezîranê dema ku li ser erka xwe bû li Hesekê şehîd bû.

Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo oxirkirina Şehîd Qhreman li hev kom bûn.

Di merasîma oxirkirinê de li ser navê Meclisa Leşkerî ya Helebê ,Meclisa Malbatên Şehîdan û Xizma şehîd Qehreman axaftin hetin kirin, tê de soza şopandina rêça şehîd û tolhildanê hat dayîn.

Paşê wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şehîd Qehreman bi tilîliyên dayîkan hat oxirkirin.